Mezlûm Kobanî: Tirkiye rêkeftinên li Sûriyê binpê dike
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî ragihand ku “Tirkiye lihevkirinên li Sûriyê binpê dike” û bang li aliyên garantor kir ku "bi erkên xwe rabin."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî derbarê êrişên Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir.
Mezlûm Kobanî ragihand ku hemû Sûrî daxwaza aramiyê dikin û got, “Bombebarankirina sivîlan li Kobanî hewldana proveksyonê ye.”
Fermandarê HSDê sersaxiyê ji “malbatên şehîdan” re xwest û diyar kir, “Tirkiye armanc dike şer li herêmê gur bike.”
Herwiha Mezlûm Kobanî bang li aliyên garantor Rûsya û Amerîkayê kir ku “bi erkên xwe rabin.”
Balafireke bê pîlot a Tirkiyê îro saet 15.15 li bajarê kurdnişîn ê Kobanê li bakurê Sûriyê otomobîlek li ber Encûmena Dadê bombebaran kir û kesên tê de kuştin. Hîn nehatiye diyar kirin ku çend kes di vê otomobîlê de bûne.