Cotmeh 19, 2021 16:51 Asia/Tehran
  • Hesen Koçer: Her êrişeke nû ya Tirkiyê dê rastî berxwedaneke bêhempa were

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer da zanîn ku gefên dagirkeriya Tirkiyê ji ber helwesteke lawaz tên xwarin û got çi êriş were kirin wê dê rastî berxwedaneke mezin a gele were.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA),Têkildarî gefên dewleta Tirkiyê ên pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî.

Koçer anî ziman ku danûstandinên Amerîka-Rûsya yên demeke berê Tirkiyê ji lîstina rolekê di merheleya pêş li herêmê de tecîrd kir û wiha domand: "Vê tecrîdkirinê hişt ku dewleta Tirkiyê carekê xwe biavêje hembêza Amerîka û careke din jî xwe biavêje hembêza Rûsyayê. Her wiha dagirkeriya Tirkiyê bi rêya girêbesta balafirên F-16’an hewl dide xwe nêzî Amerîkayê bike."

Koçer destnîşan kir ku rewşên aborî, komên çete û mijara Idlibê barekî giran li ser dewleta Tirkiyê çêdikin, ji ber wê gefan dixwe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan 11’ê vê Cotmehê di civîneke çapemeniyê li Enqereyê bi bahaneyên ku QSD'ê êrişî Tirkiyê dike, careke din gefên pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Serepeyv