3 zarokên DAIŞ`ê yên Brîtanî radestî şandeya Brîtanyayê hatin kirin
Şandeyeke Brîtanî bi serkêşiya nûnerê taybet bo Sûriyê Jonathan Hargreves serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ji bo ku geşedanên dawîn ên li herêmê gotûbêj bikin. Daîreya Têkiliyên Derve jî 3 zarokên DAIŞ`î yên ji Brîtanya radestî şandeyê kir.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), "Duh şandeyeke Brîtanyayê bi serokatiya nûnerê Brîtanya yê taybet bo Sûriyê Jonathan Hargreves serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û pêşketin û geşedanên dawîn ên li herêmê nîqaş kirin.
Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, rêveberê dergehan a Rêveberiya Xweser Xebat Mihemed û nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Enes, ve hate pêşwazîkirin.
Herdu aliyan gelek û di nav de rewşa koçberan û gefên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş kir.
Di serdanê de, Ebdulkerîm Omer tekezî bi girîngiya beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di çareserkirina aloziyê de kir û got: "Destpêkirina pêvajoya siyasî bi beşdarbûna nûnerên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê gorî biryarên navneteweyî bi taybet biryara 2254, ji bo herêmê girîng e."
Biryara hejmar 2254 a Konseya Ewlehiyê ya NY'yî ku di 18’ê Kanûna 2015’an hatibû dayîn, têkildarî agirbesê û çareseriya siyasî ya rewşa Sûriyê ye.
Omer diyar kir ku gefên Tirkiyê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî berdewam in û armanca sereke têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye, ev yek rê dide ku DAIŞ ji nû ve li herêmê xwe birêxistin bike.
Omer her wiha bal kişand ser rewşa kampên malbatên DAIŞ'ê û got: "Bi sedan zarokên li kampan hene ku hewcedariya wan bi ji nûve perwerdekirinê heye. Vekirina Navenda Hûrî ya Parastin û Perwerdekirina Zarokan tecrûbeyeke serkeftî bû. Em ê her wiha 15 navendên din ji bo perwerdekirina zarokên DAIŞ'ê vebikin. "
Serokê şandeya Brîtanya Jonathan Hargreves jî teqez kir ku dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryar 2254, tekane rê ye ji bo pêkanîna aştiyê û îstiqrara mayînde li Sûriyê.
Jonathan Hargreves wiha dom kir: "Derfetên leşkerî, darayî û pratîkî yên DAIŞ'ê bi saya keda ku hatî dayîn, kêm bûye, lê dîsa jî ew li Sûriye û Iraqê û li her derê metirsî ye. Ji lewra Koalîsyona Navneteweyî pabendî tunekirina DAIŞ`ê bi temamî ye. Ev xebat bi saya fedekariyên ku gelê Sûriyê dane, pêk hat."
Jonathan Hargreves dauxyand ku Koalîsyona Navneteweyî û di nav de Brîtanya piştgiriya aramiya li herêmên rizgarkirî yên Sûriyê dikin. Em ê piştgiriya xwe ji herêmê re bidomînin û Hêzên Sûriya Demokratîk dê di şerê li dijî DAIŞ'ê de ji bo me hevalbendekî sereke bimîne. Em soz didin qurbaniyên DAIŞ`ê ku em ê sûcdaran radestî edaletê bikin."
Di dawiya hevdîtinê de Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên DAIŞ`ê yên Brîtanî radestî şandeya Brîtanî kirin. Piştî radestkirinê, herdu aliyan belgeyên radestkirinê îmze kirin."