Gotûbêjên Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê li Viyenê dest pê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329492-gotûbêjên_amadekirina_qanûna_bingehîn_a_nû_ya_sûriyê_li_viyenê_dest_pê_bûn
Çavkaniyên medyayî qala destpêbûna gotûbêjên Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê navbera aliyên sûriyê bi zîrevaniya NY li Jenevê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2021 13:11 Asia/Tehran
  • Gotûbêjên Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê li Viyenê dest pê bûn

Çavkaniyên medyayî qala destpêbûna gotûbêjên Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê navbera aliyên sûriyê bi zîrevaniya NY li Jenevê kir.

Li gorî rapora El-Cezîreyê, Piştî çend mehan rawestandina çalakiya Komîteya Hevpar a Qanûna Bingehîn a Sûriyê ku pêkhatî ji 52 nûnerên dewleta Sûriyê, dijberan û Civaka medenî ye, vê komîteyê roja Duşemiyê careke din çalakiya xwe li Jenevê dest pê kir.

Roja Yekşemiya borî kî civîna seretayî ya dora şeşem a Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê li navenda NY li Jenevê hat lidarxistin û Nehadî El-Behre serokê desteya dijberan û Ehmed Kezberî sserokê taxima hikûmeta Sûriyê û Giyêr Pêdêrsên Şaniyê NY di vê civînê da beşdar bûn.

Dora pêncem a vê komîteyê Çileya 2021ê hat lidarxistin.

 

Ev gotûbêj beşeke hewildana NY ji bo civandina hemî qewm û etnîkjên Sûriyê ji bo hebûna qanûna bingehîn a nû, lidarxistina Hilbijartinê û pêkanîna aştiya mayînde ye.