Cotmeh 17, 2021 13:53 Asia/Tehran
  • Li Ezazê şer: 9 çekdar hatin kuştin

Hewleke derbasbûna li mîhwera Ezazê hatiye kriin lê heya niha nayê zanîn kîjan alî ew hewl daye. Li gor zanyariyan li wê mîhwerê şer derket û di encamê de 9 çete hatin kuştin. Herwiha balafirên Rûsyayê jî belavokên hişyariyê belav kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî mihwera Ezazê hewleke derbasbûnê ji aliyê hêzên nenas ve hatiye dayîn û şer di navbera Artêşa Sûriyê û çekdarên Artêşa Niştîmanî de derketiye.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyan di wan şer û pevçûnan de, 9 çeteyên koma navê `Artêşa Niştîmanî` lêkirî hatine kuştin.

Balafirên Tirkiyê jî duh belavokên hişyariyê li ser bajarê Til Rifet avêtibûn ku tê de hatibû nivîsîn ew dê navçeyê “paqij bikin” û di vî warî daxwaza hevkariyê ji xelkê hatibû kirin.

Li gor zanyariyan piştî vê pêşhatê balafirên Rûsyayê jî kaxez li navçeyên çeteyên Artêşa Niştîmanî  avêtin, lê bi navê “Fermandariya Operasyonên Gundewarê Bakurê Helebê.”

Her li gor zanyariyan di wan belavokan de Rûsyayê hişyarî daye û diyar kiriye ku ew dê navçeyê rizgar bikin.

Ji aliyekî din ve, li gor çend çavkaniyan, Artêşa Sûriyê û hêzên girêdayî wê jî amadekariyên leşkerî dikin û hêzeke leşkerî ya zêdetir şandina wê navçê piştî gefên Tirkiyê yên encamdana operasyonekê.

Herwiha çavkaniyên xwecihî ragihand ku artêşa Tirkiyê jî hêzên taybet veguhastina herêma Eyn Îsa.

Ev pêşhat di demekê de ne ku Tirkiyê gefên bo destpêkirina operasyoneke din a nû bo ser herêmên kurdî yên Sûriyê zêde kirine.

Tirkiye dixwaze êrişî Til Refetê bike, girîngiya vî bajarî ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) lê hene, herwiha Balafirgeha Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye.

Serepeyv