Cotmeh 17, 2021 00:01 Asia/Tehran
  • Rojnamên erebî: Amerîka nahêle têkiliyên bi Şamê re normalîze bibin

Rojnamên erebî yên îro diyar kir ku helwesta rêveberiya Biden li dijî hikumeta Şamê berevajî ya di dema Trump de ye, ji ber wê yekê dê tevgereke dîplomatîk û siyasî ji bo razîkirina hevalbendên xwe nemeşîne.

Rojnameya Şerq El-Ewsat ya navneteweyî ku ji Londonê tê weşandin, têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivîsand: “Daxuyaniya ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken daye, helwesta herî zelal a berpirsekî Amerîkayê ya der barê dosyaya Sûriyê de ye.  

Di daxuyaniyê de hate gotin ku karên esasî yên Waşîngtonê têkildarî Sûriyê wiha ne; a yekemîn; berfirehkirina gihandina alîkariyên mirovî û ya duyemîn; berdewamkirina têkoşîna hevalbendiyê ya li dijî DAIŞ`ê û El-Qaîdê li Sûriyê ye. Ya sêyemîn jî pabendiya bi berdewamkirina hesabpirsîna ji rejîma Esed, parastina pîvanên bingehîn ên navneteweyî yên wekî qedexekirina berbelavbûna çekan li Sûriyê ye û ya çaremîn jî parastina peymanên agirbestê li Sûriyê ye. 

Di aliyê siyasî de jî helwesta Amerîkayê ya der barê normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re wiha bû: "Em tu piştgiriyê nadin hewldanên normalîzekirina têkiliyan an jî jinûve erkdarkirina Esed, em li ser Sûriyê cezayekê jî ranakin. Her wiha heta ku jinûve avakirina Sûriyê pêk neyê û ji bo çareseriyeke siyasî pêşketin çênebin, em helwesta xwe ya muxalîf naguherînin."

Serepeyv