Cotmeh 14, 2021 12:45 Asia/Tehran
  • Balafirên Rejîma Îsraîlê navçeyeke dîrokî yê Sûriyê bombebaran kir

Balefirên şer ên Rejîma Dagirker a Îsraîlê navçeyeke dîrokî yê Sûriyê bombebaran kir.

Ajansa SANA ya hikûmeta Sûriyê diyar kir, şeva borî 13.10.2021ê saet 11:34ê balefirên şer ên Rejîma Siyonîst xaleke pêwendî û hçendeverên sivîl û leşkerî yên li navçeya Tedmurê ya rojhilatê Humisê bombebaran kirine.

Ji ber wê bombebaranê li gorî nûçeya ajansa SANAyê, serbazekî artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest da û 3 serbaz jî birîndar bûn.

Tedmur navçeyeke dîrokî ye û dikeve naverasta Sûriyê. Dîroka avabûna wê 4 hezar 500 sal berî zayînê ye. Gelek ji şûn û eserên wê yên dîrokî di dema dagirbûna wê ji aliyê koma terorîst a DAIŞê ve hatine îmhakirin û talankirin.   

Serepeyv