Cotmeh 11, 2021 00:04 Asia/Tehran
  •  Feysel Miqdad: Dem hatiye ku Tirkiye ji bakurê rojavayê Sûriyê derkeve

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad bang li dewleta Tirkiyê kir ku ji bakurê rojavayê Sûriyê derkeve û îşaret pê kir serdana Beşar Esed a dawî ya li Rûsyayê baş bû.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê di hevpeyvînekê bi rojnama El-Weten a hikumeta Şamê re got: "Piştevaniya Rûsyayê ya ji Sûriyê vekiriye. Em jî ji ber gelek sedeman pişta xwe didin hevalbendên xwe. Ya yekê ew bi mîsaqên NY’yê, xebata navneteweyî û pirrengiya helwestan di siyasetên navneteweyî de pabend in. Ya duyem jî ew bi xebata cidî ya li dijî terorê jî pabend in."

Miqdad da zanîn ku dema hatiye ku dewleta Tirkiyê ji bakurê rojavayê Sûriyê derkeve "Divê derfet ji bo çareserkirinê hebe û piştî dagirkerî bi dawî bibe ji nû ve têkiliyên xwezayî di navbera Sûriyê û dewleta Tirkiyê de pêk bên."

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê bang li berpirsên dewleta Tirkiyê kir "Beriya dem dereng dibe zana bin, ji ber ku dem ne ji bo berjewendiyên wê ye. Dê Sûriye çi bi riyên aştiyane yan jî bi riya civaka navneteweyî herêmên dagirkirî rizgar bike."

Miqdad di dewamê de got: "Ez texmîn dikim ku gelê Tirkiyê baş dizane ku berjewendiyên wê yên dîrokî bi Sûriyê re ji lihevkirinên ku Erdogan bi rêxistinên terorîst re datîne ku ji bo armancên îdeolojîk in, girantir û buhatir in."

Rûsya û Tirkiyê di civînên berê yên Soçiyê de nikarîn girêka Idlibê, bi taybet vekirina riya M4 çareser bike.

Ji wê zêdetir jî bejahiyên Idlib, Heleb û Laziqiyê ji hêla dewleta Tirkiyê ve hatine dagirkirin û hikumeta Şamê banga derketina dewleta Tirkiyê ji van herêman dike. Her wiha dewleta Tirkiyê Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kirin.

Serepeyv