Wezîrê derve yê Îranê gihîşt Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329315-wezîrê_derve_yê_Îranê_gihîşt_sûriyê
Wezîrê derve yê Îranê bi pêşwaziyaa fermî ya hevpîşeyê xwe yê sûrî derbasî Şamê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2021 09:36 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Îranê gihîşt Sûriyê

Wezîrê derve yê Îranê bi pêşwaziyaa fermî ya hevpîşeyê xwe yê sûrî derbasî Şamê bû.

Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê derve yê Îranê îro Şemiyê derbasî Şamê bû û ji aliyê Feysel Miqdad wezîrê derve yê Sûriyê va hat pêşwazîkirin.

Wezîrê derve yê Îranê beriya viya çûye Rûsiye û Libnanê û bi rayedarên van welatan ra şêwiriye.

Hevdîtina digel Bişar Esed serokomarê Sûriyê ji bernameyên Wezîrê derve yê Îranê di vê sefera yekrojî da ye.