Cotmeh 07, 2021 16:31 Asia/Tehran
  • Almanya û Danîmarka 48 jin û zarokên DAIŞî yên li kampên bakur û rojhilatê Sûriyê, vegerandin

Almanya û Danîmarka 48 jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên hevwelatiyê xwe ji kampên bakur û rojhilatê vegerandin welatên xwe.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Almanyayê 8 jin û 23 zarok ji kampên bakurê rojavayê Sûriyê vegerandin.

Maas destnîşan kir, zarok ji ber rewşa xwe ne berpirsyar in, dayikên wan jî dê li gor kiryarên xwe li dadgehan cezayên xwe werbigirin.

Herwiha di çarçoveya wê proseyê de Danîmarkayê jî 3 jin û 14 zarok ji malbatên cîhadîstên DAIŞê vegerandin welatê xwe.

Ji dema şikestina DAIŞê di Adara 2019an de, bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê di kampên bakur û rojhilatê Sûriyê de hatine bicihkirin.

Di wê derbarê de berpirsên Rêvebiriya Xweser û HSDê  dibêjin, pêwîstiya vê pirsê bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampan vegerînin welatên xwe.

Heta niha Civaka navdewletî hîn hevkêşeya vegerandina malbatên cîhadîstên biyanî çareser nekiriye. Piraniya welatên Ewropî, piştî ku dosya her yekî ji wan ji hev cuda lêkolîn dike vedigerîne.

Serepeyv