Îlon 28, 2021 15:37 Asia/Tehran
  • Hejmarek balefirên nenas ser devereke ser sînorê Iraq û Sûriyê

Hejmarek balefirên nenas Herêma el-Bûkemal li parêzgeha Dêrezor a li rojhilatê Sûriyê li ser sînorê vî welatî û Iraqê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya mafên Mirovan ku navenda wê li Londona Brîtanyayê de ye şeva borî di beyanameyekî de ragehand; Îro (28.09.2021) ber bi sibehê ve dengê çend teqînan li ser sînorê navbera Iraqê û Sûriyê nêzîk bajarê Elbukemal a ser bi parêzgeha Dêrezor a Sûriyê hatiye bihîstin.

Rewangeha Sûrî ragehand: Teqîn ji ber bombebaranên balefirên nenas pêkhatine.

Herwaha kanala Sky News bi zimanê çavkaniyên leşkerî û sivîl belav kirin ku ‘’Hejmarek balefirên nenas binke û baregehên hêzên berxwedanê yên li başûrê bajarokê Meyadîn a ser bi çemê Firatê bombebaran kirine. Heta naha ziyanên canî yên wê bombebaranê nehatine zanîn.

Navçeya Bûkemalê bi caran ji hêla balafirên Amerîkî û rejîma siyonîst ve hatiye bombebarankirin û gelek nûçeyên li ser firîna carinan ya dronên nenas ser vê herêmê hatine ragihandin.

Serepeyv