Îlon 28, 2021 09:29 Asia/Tehran
  •  23 êrîşên terorîstî birin ser herêmên kêmkirina rageşiyê li Idliba Sûriyê

Navenda Hemîmîm li Sûriyê ragihand ku 23 binpêkirinên rêkeftina agirbestê li devera kêmkirina şer li Idlibê pêk hatin.

Li gorî ajansa nûçeyan "Sana" ya roja Duşemê; Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê, ku bi navê Hemîmîm tê nasîn, got ku komên terorîst ên ku dewleta Tirkiyê piştgiriyê dide wan û li herêma kêmkirina rageşiyê ya li bakurê rojavayê Idlibê bicih bûne, di şevekê de 23 êrîş pêk anîne.

Navendê destnîşan kir ku ji van 23 êrîşan, 14 êrîş li ibdlibê, 3 êrîş li Laziqiye, 4 êrîş li Hama û 2 êrîş jî li Helebê pêk hatine.

Herêma kêmkirina rageşiyê parêzgeha Idlibê û hin deverên parêzgehên Heleb, Hama û Laziqiyê li xwe digire.

Li van herêman, koma terorîst a Cebhet El-Nusra, ku beriya niha li herêmên cuda yên welêt ji aliyê artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedana Îslamî ve têk çûbûn, bi piştgirî û desteka Tirkiyê beşek ji van herêman dagir kirin.

Tevî agirbesta ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo kontrolkirina herêmên li bakurê Sûriyê, parêzgeha ibdlibê jî hat îmzekirin, ev komên terorîst binpêkirina agirbestê didomînin û kiryarên xwe yên dijminane yên li dijî sivîlan li wan herêman berdewam dikin.

Serepeyv