Îlon 28, 2021 00:08 Asia/Tehran
  •  SOHR: Li baregeha Himêmîm a Rûsya dengê teqînan hatî bihîstin

Li herêma baregeha Himêmîm a Rûsayê ya li gundewarê Lazîqiyê di encama bersivdayîna êrişa moşekan a li dijî baregehê de, dengê teqînan hate bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li herêma baregeha Himêmîm a Rûsya ya herî mezin li Sûriyê, dengê teqînan hatiye bihîstin. Li gorî SOHR`ê, teqîn di encama bersivdayîna êrişa bi moşekan a li dijî baregehê ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê ve, pêk hatiye.

Li gundewarê Qirdahe û Cebilê yên gelek moşek li erdên çandiniyê ketin xwarinê û zirarên madî pêk hatin. Agahiyên li ser windahiyên canî nehatin bidestixstin.

Heta niha nayê zanîn bê ka moşek li hundirê baregehê ketine yan na.

Serepeyv