Îlon 24, 2021 09:04 Asia/Tehran
  • Beşar Caferî: Têkoşîna li dijî nijadperestiyê mafekî bêdawî ye

Bi minasebeta bîst saliya pejirandina Plan û Bernama Xebatê ya Durbanê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê şerê li dijî nijadperestiyê wekî mafekî bêdawî bi nav kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a SANA ya roja Pêncşemê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Beşar Caferî lidarxistina Konferansa Durban (2001) wekî bûyerek girîng di têkoşîna baştirkirina rewşa jiyana bi mîlyonan mexdûrên cûdakarî, nijadperestî û pêşdarazî de binav kir û got ku kGirîng e ku meriv tevbigere û balê bikişîne ser encamên vê konferansê û divê ew bidome.

Caferî anî ziman ku partiya desthilatdar a Tirkiyê, di berdewamiya polîtîkayên xwe yên dij-Sûriyê de, li gel hin partiyên siyasî yên alîgirên siyaseta xwe yên li Tirkiye û hin welatên rojavayî, hestên dijî penaberên Sûrî ne tenê paşguh kirine, belkî agirê vê neyarî dijayetiyê jî gurr kirine û penaberên Sûrî ji hedef û siyasetên xwe yên anîna zextê ser Yekitiya Ewropayê kirine darê destan.

Caferî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka Filistînê û got ku dagirkerên îsraîlî siyaseta nijadperestiyê li dijî hemwelatiyên Sûriye li Girên Golana dagirkirî didomînin û Filistinî hîn jî di bin polîtîkayên nijadperestî û cudakariyên herî xirab de ne.

Li gorî gelek belgeyên hiqûqa navneteweyî, cûdakariya nijadî, kiryareke ne mirovî ye û li dijî hiqûq û qayide û qirarên navneteweyî ye.

Serepeyv