Îlon 23, 2021 12:46 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Sûriyê: Divê Tirkiye demildest dev ji dagirkirina Sûriyê berde û jê derkeve

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad radigihîne, welatê wî bang li Tirkiyê dike ku demildest hêzên xwe ji nav axa parêzgehên bakurê Sûriyê vekişîne.

Di hevpeyvînekê bi ajansa "Novosti" ya Rûsî re, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad got: “Divê Tirkiye hêzên xwe demildest vekişîne. Divê civaka navdewletî jî piştevaniya Sûriyê bike, ji bo axa xwe ya li bakurê welat hatiye dagîrkirin rizgar bike.”

Miqdad destnîşan kir, sedema sereke ya aloziya vê dawiyê li parêzgeha Idlibê, “dagîrkeriya Tirkiyê û piştevanîkirina wê ji grûpên terorist re ye.”

Wezareta Derve ya Sûrîyê roja Duşemê jî bang li Neteweyên Yekbûyî û Civata Ewlekarî kir ku helwesteke zelal li hember kiryarên Tirkîyê yên li Sûrîyê bigirin.

Ji bilî hebûna hêzên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di meha Çileya 2018an de êrîşî ser herêma Efrînê kir û di Cotmeha 2019an de jî êrîşî ser herêmên Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin û dagîr kirine.

Ev yek di demekê de ye, Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen di Tebaxa borî de diyar kir, rewşa ewlehiyê têkçûye û şerê çekdarî li hin deverên Sûriyê, bi taybet li parêzgeha Idlibê gur bûye.

Hikûmeta Sûriyê hebûna Tirkiyê li ser xaka xwe neqanûnî dibîne û gelek caran hişyarî daye ku ew ê hebûna Tirkiyê ya dagirkeriyê bi dawî bike.

Serepeyv