Îlon 15, 2021 00:14 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 181 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro li van deveran 181 kesên din bi Koronayê ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, mêrek ji Dêrazorê, jinek ji Qamişlo û jinek ji Reqayê ne.

Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku kesên bi Koronayê ketine 100 mêr, 81 jin. Her wiha desntîşan kir ku 7 kesên din baş bûne.

Bi van daneya re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 hezar û 285 kes bi Koronayê ketine, 812 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 26 kes baş bûne.

Serepeyv