Li bakur û rojhilatê Sûriyê 149 kesên din bi Koronayê ketin
Îlon 02, 2021 21:42 Asia/Tehran
Desteya Tendirustiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand, 149 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 149 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 2 kesên din jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê bi vîrûsa Koronayê ketine gihiştiye 20 hezar û 798 kesan, ji wan hezar û 960 kes baş bûne û 788 kesan jî canê xwe ji dest dane.