Tebax 30, 2021 14:21 Asia/Tehran
  • Serokomarê Sûriyê sipasiya Îranê kir ji ber piştgiriyên Tehranê ji Şamê

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtina wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan sipasiya Tehranê kir ji ber piştgiriyên wê ji Şamê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, îro Duşemê; Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan, ku serpereştiya şandeyekê dike bo Sûriyê, bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya û mijarên berjewendiya hevûdu gotûbêj kirin.

Emîr-Ebdullahiyan di vê hevdîtinê de, lidarxistina serkeftî ya hilbijartinên serokatiya Sûriyê û herwiha serkeftinên siyasî, meydanî û navneteweyî yên vî welatî li hikûmet û neteweya Sûriyê pîroz kir, Silavên rayedarên pilebilind ên Îranê gihandin Esed û raporek derbarê civîna herêmê ya li Bexdayê ji bo piştgiriya Iraqê pêşkêşî serokomarê Sûriyê kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê hevdîtinê de bal kişand ser hevkariya di navbera her du welatan di warê aborî de û herwiha tekezî li ser aktîvkirina Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Aborî û mekanîzmayên din ên heyî di vî warî de kir.

Serokomarê Sûriyê jî nêrînên xwe li bara hevkariya her du welatan di warên dualî de û herwiha hevkariya li ser meselên navçeyî û navnetewî anîn ziman û dilxweşiya xwe ji piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji Sûriyê ragihand.

Emîr-Ebdullahiyan berî hevdîna bi Esed re  bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel el-Miqdad re hevdîtin kiribû.

Berî Sûriyê, Wezîrê Derve yê Îranê ji bo beşdarbûna civîna herêmî ya ji bo piştgiriya Iraqê çûbû Bexdayê û dema ku di civînê de diaxivî, bi rayedarên Iraqî û hin rayedarên beşdarî civînê re hevdîtin kir.

Serepeyv