Li Idlibê di teqînekê de 20 çete hatin kuştin û birîndar bûn
Tebax 24, 2021 23:32 Asia/Tehran
Li baregeha Bihûs Ilmiyê (lêkolînên zanistî) ya li gundewarê Idlibê teqînekê rû da. Di teqînê de nêzî 20 çeteyên Heyet Tehrîr Şam hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li baregeha Bihûs Ilimiyê (lêkolînên zanistî) ya li nêzî gundê Ram Hemdan ê Idlibê teqîneke bi hêz rû da. Li gorî SOHR`ê, di teqînê de nêzî 20 çeteyên Heyet Tehrîr Şam hatin kuştin û birîndar bûn.
SOHR`ê her wiha ragihand ku hemwextî rûdana teqînê, li asîmanê herêmê tevgera balafireke bi cebilxaneyê barkiî ya “Koalîsyona Navneteweyî” hatî dîtin.
Çavkaniyan din jî got ku teqîn ji ber şaştiyekê di dema perwerdeyê de rû daye. Heta niha sedemên teqînê nayên zanîn.