Tebax 22, 2021 22:35 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: Ger şer bisekine wê hikumeta Tirk birûxe

Salih Muslim anî ziman ku êrişên li ser Şengal, Zirgan û Til Temirê encama stratejiya hevpar a dewleta Tirkiyê ye.

Salih Muslim anî ziman ku koalîsyona şer a ku dewleta Tirkiyê bi rê ve dibe û li ser dijminatiya Kurdan ava bûye û got: “Ev koalîsyon ji bo ku xwe biparêze divê her tim xwîn û şer hebe. Ger şer raweste wê ev koalîsyon ji hev bikeve.”

Der barê mijarên êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya Iraq û hêzên navneteweyî de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim axivîn.

Salih Muslim destpêkê sersaxî ji gelê Şengalê re xwest û der barê êrişên li ser Şengalê de got: “Di meha salvegera bîranîna komkujiya Şengalê,  15'ê Tebaxê û salvegera şahadeta Mam Zekî Şengalî de êrişêk wiha pêk hat. Dewleta Tirkiyê israr dike tiştê ku DAIŞ nikarîbû bikira ew bike. Tunekirina Kurdan û kesên ku pêşengtiyê dike, kiriye hedef. 

Salih Muslim îdia dike ku Peymana Şengalê ya ku di navbera hikumeta Bexda û Hewlerê de çêbû berdewamkirina tunekirina civaka êzidî ye. Heya dewleta Tirkiyê dibeje ku ew peyman di bin însiyatîfa wan de pêk hatiye. Lê berxwedana xelkê Şengalê hişt ku peyman negihêje serî. Şêniyên Şengalê nehişt ku arteşa wan têkeve Şengalê.”

Serepeyv