Tebax 21, 2021 09:22 Asia/Tehran
  • Bakurê Sûriyê; 4 şervanên HSDê di êrişa Tirkiyê de canê xwe ji dest da

Tirkiyê êrişên xwe bo ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine û roja Pêncşemê 19ê Tebaxê navenda Encûmena Leşkerî ya Til Temirê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir.

Li gor daxuyaniya fermî ya vê encûmenê ku beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e, di êrişê de 4 şervanên wan hatine kuştin.

 

Li gorî nûçeya Rûdawê, Encûmena Leşkerî ya bajarê Til Temirê ya ser bi HSDê ve daxuyaniyek Artêşa Tirkiyê saet 6ê êvara pêncşemiyê êrîşeke esmanî li ser bungeheke wan ya leşkerî kiriye, di encamê de 4 endamên wan canê xwe ji dest daye û hejmarek jî birîndar bûne.

Encûmena Leşkerî ya Til Temirê roja 19ê Tebaxê ragihand, artêşa Tirkiyê roja Pêncşemê 19ê Tebaxa 2021ê di saet 18:00an de, “li hember navendek me ya Meclisa Leşkerî ya  Til Temirê, êrişek hewayî pêk anî, di vê êrişê de 4 hevalên me şehîd bûn, herwiha brîndarên me jî hene.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, herwiha di vê êrişê de zirar gihîştiye gelek malên welatiyan jî.

Encûmena Leşkerî ya Til Temirê amaje bi mafê xwe yê berevaniyê û bersivdana êrişan kiriye û diyar kiriye: “Em wekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, li hember her cure êrîşan di çarçoveya parastina rewa de bêdeng nemînin.”

Li gor daxuyaniyê, ew hefteyek e artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê êrişên xwe bo ser bajarokên Til Temir û Zirganê û gundên herdu bajarokan zêde kirine û tê gotin: “Til Temir û gundewarê wê bênavber hatin topbarankirin. Bajarokê Zirgan ê girêdayî Til Temirê û gundên wê, gundê Dirdara û mezrayên wê Qibur, El -Qeracina, Miselta, Şêxelî bênavber hatin

topbarankirin.”

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar herwiha çend roj beriya niha bajarokê Zirganê li bakurê rojhilatê Til Temirê bi giranî topbaran kir, ku di encama êrişê de 2 kesên sivîl (jinek û zarokek) jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Roja Çarşemê 18ê Tebaxê bi 13 mûşekan êrişî navenda bajarê Efrînê hat kirin, ku di encamê de 3 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Parêzgariya Hatayê ya Tirkiyê ku hevsînorê herêma Efrînê ye, YPG bi pêkanîna êrişê tohmetbar kir û ragihand, “êrîş demjimêr di 14: 30an de ji herêma Tel Rifat a di bin kontrola YPGê de ye hatiye kirin.”

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li hember wê tohmetbarkirinê de bertek nîşan da û red kir, ku tu têkiliyeke hêzên wan bi êrişa li ser navenda bajarê Efrînê hebe.


 

Serepeyv