Tebax 20, 2021 21:25 Asia/Tehran
  • Li kampeke Idlibê 20 çadirên koçberan şewitîn

Di kampeke koçberan de li bakurê parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê, 20 malbatên koçber ji ber ku agir bi çadirên wan ket, derbider bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan a ser bi Oposesiyonê, li kampa Semdûn a koçberan li derdora bajarokê Silqîn li bakurê Idlibê, ji ber teqîna butleke (kapsûla) gazê di nav otombîlekê de ku nêzîkî çadirên koçberan bûye, agir bi çadiran ketiye.

Di bûyerê de 20 çadirên koçberan şewitîne û 20 malbat derbider bûne. Herwiha 2 kes jî di bûyerê de bi sivikî şewitîne.

Di dema dawî de li kampên Idlib û Helebê, bûyerên şewatê zêde bûne.

Hêjayî gotinê ye ku deverên sînorî yên li bakur-rojavayê Sûriyê hejmarek mezin ji konan li xwe digire ku şêniyên wan ji gundewarên Idlib û Hemayê koçber bûne, ku ew çadir ji qumaş û plastîk in, ku bi hêsanî dişewitin.

Serepeyv