Li Şamê teqînek di otobûsekî artêşa Sûriye de pêkhat
Tebax 05, 2021 01:19 Asia/Tehran
Otobûsekî artêşa Sûriyê li paytext Şamê bû armanca teqînekî û kuştî hene.
Îro 04.08.2021ê Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ragehand; Otobûsek li navçeya Mesakîn Heres li sînorê navçeya Dummer a li rojavayê Şamê hatiye teqandin.
Otobûsa ku leşkerên Sûriyê vedugehst, piştî teqînê şewat tê de derket û li gor heman çavkaniyê ji ber wê teqînê 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê jî ragehand, ji ber wê teqîn û şewata otobûsê birîndar çêbûne û hejmara birîndaran jî aşkera nekir.
Lê belê hin çavkaniyan jimara kuştiyên ji ber vê bûyerê 19 kes ragihandine.
Heta naha ti aliyekî teqîn negirtiye serxwe û sedemê teqînê jî aşkera nebû.