Tebax 02, 2021 12:42 Asia/Tehran
  • Li Dêrazorê 4 terorîstên DAIŞ’ê hatin girtin

Hate ragihandin ku li Dêrazorê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Taybet (HAT) di operasyonekê de 4 çete û terorîstên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hindurîn daxuyaniyek da û ragihand ku wan li rojhilatê bajarê Dêrazorê operasyonek pêk anîne.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku Hêzên Taybet (HAT) ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hindurîn îro li gundê El Ezbe ya dikeve rojhilatê Dêrazorê operasyonek pêk anîne û di vê operasyonê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û wan dest danîne ser cebilxaneyên leşkerî.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye bibîrxistin ku meha bihorî jî hêzên wan şaneyek a terorîstan destgîr kirine û li bajarokê El Bisêrayê jî mayîneke li ber teqînê pûç kirine.

Serepeyv