Tebax 01, 2021 17:17 Asia/Tehran
  • Bişar Esed, Husên Ernûs kir memûrê damezirandina kabîneyê

Serokomarê Sûriyê careke din di hukmekî da Husên Ernûs erkdar kir ku kabîneyê damezirîne.

Li gorî rapora SANA Newsê, Bişar Esed serokomarê Sûriyê îro Yekşemî bi hukmekî bi hejmara 206 a sala 2021ê, destûr da Husên Ernûs ku kabîneya vî welatî damezirîne.

Ernûs sala 2020î jî bûbû memûrê damezirandina kabîneya Sûriyê.

Ernûsê 67 salî di sala 1978an da di çiqas endazyariya bajaran perwerdehiya xwe li zanîngeha Helebê bi dawî anî û gelek cîgeh di serdema Hafiz Esed û kurê wî Bişar Esed girtin ustiyê xwe.

Bişar Esed roja 27ê Gulana 2021ê bi bidestxistina zêde ji sedî 95ê dengan careke din wek serokomarê Sûriyê hat hilbijartin û biryar e ku bi qasî heft salên din rêveberiya vî welatî bigire destê xwe.

 

 

Serepeyv