Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19 jin û zarok radestî Elbanyayê kirin
Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 zarok û 5 jinên çekdarên DAIŞê yên Elbanî radestî welatê wan kirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Desteya Peywendiyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeva derbasbûyî 14 zarok û 5 jinên çekdarên DAIŞê yên Elbanî radestî Konsulê Giştî yê Elbaniya li Sûriyê, Lubnan û Urdinê kirin.
Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve yê Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer ragihand, wan beriya niha jî jinek û 4 zarok radestî wê şanda Elbanî kiribû.
Ebdulkerîm Omer got jî, siyaseta wan zelal e, her demê daxwazê ji welatan dikin berpirsatiya xwe cîbicî bikin û zarokên çekdarên DAIŞê vegerînin.
Ebdulkerîm Umer, Hevserokê Desteya Derve yê Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê, got, “Em Îro 5 jin û 14 zarokên Elbanî radest dikin, siyaseta me di vê pirsê de ev e daxwazê dikin hemû welat pêngavan biavêjin. Û berpirsiyariyê wergirin, bi taybet ji bo zarokan, ji ber em di wê baweriyê de ne ku ew zarok bê tawan in û qurbanî û bê guneh in. pêwîst e welatên biyanî berpirsiyê ji bo van zarokan wergirin, derbarê jinan, ew jinên ku ti belgeyek nîne ku tawanek kiribin bi heman avayî radestî welatên wan dikin.”
Kunsulê Elbanya yê li Sûriye, Lubnan û Urdinê jî got, hikûmeta welatê wî hewil dide zarokên xwe ji derve nehêle, dê hewl bidin hemû zarokên Elbanî vegerînin welatê xwe ku jiyaneke bi rûmet dest pê bikin.
Balyozê Elbanya li Urdin, Sûriye û Lubnanê, got, “Di rastiyê de zarokên me derdeserî dîtiye, ew çend sal in ku li vir in, bê ku bizanin ji bo çi li van kampan in, wan ne bixwe jiyana kampan hilbijartiye, ne jî xwestine ku beşek bin li vê kampê, qet nefikirîne ku li vir mezin bibin, ji ber vê hikûmeta Elbanya berdewam hemû hewlan dide û dixwaze zarokên di vê kampê de vegerîne, nahêlin ti welatioyek elbanî ji derveyî welatê xwe azarê bikêşe.”