Tîrmeh 28, 2021 14:27 Asia/Tehran
  •   HSDê 4 çete û serkirdeyên DAIŞê desteser kirin

HSDê ragihand ku di operasyoneke taybet de li rojhilatê Dêrezorê, hêzên wan 4 endam û serkirdeyên DAIŞê desteser kirine.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ku roja Sêşemê 27ê Tîrmehê li malpera xwe belav kiriye, ragihandiye ku yekîneyên taybet ên wan bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Dêrezorê operasyonek li dijî şaneyên nihênî yên DAIŞê pêk anîne.

Operasyon li navçeya el-Şihêl li gundewarên rojhilata Dêrezorê li dijî şaneyeke nihênî ya DAIŞê hatiye kirin û di operasyonê de 4 endam û serkirdeyên DAIŞê hatine desteserkirin.

Di daxuyaniya HSDê de wiha tê gotin, “karê vê şaneyê çêkirina teqemenî, mayîn, sabotaj û hedef girtina hêzên leşkerî û ewlehî û sivîlan bû.”

Li gor daxuyaniyê, di operasyonê de hêzên HSDê dest danîne ser hejmarek çek, teqemenî û alavên di destê şaneyê de.

Serepeyv