Tîrmeh 27, 2021 16:28 Asia/Tehran
  • Beşar Esed: Sûriye bi cîdî kar li ser vegera penaberan dike

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, welatê wî bi awayekî cidî û berdewam kar ji bo vegera penaberan û avakirina binavahiyên welêt dike.

Li gor ajansa nûçeyan a fermiya Sûriyê SANA, li Şamê Paytexta Sûriyê, duh civîna hevbeş a Sûrî – Rûsî ya derbarê vegera koçber û penaberên Sûrî birêve çû.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtina ligel Şandeyê Taybet ê Serokomarê Rûsya bo Sûriyê Alexander Lavrentiev de behsa kedên hevbeş ên Sûrî û Rûsî derbarê vegera penaberên Sûrî kirin.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, her du aliyan dilxweşiya xwe derbarê karên hevbeş de nîşan dan. Serokomarê Sûriyê jî ragihand, “Sûriye bi cidî kar ji bo vegera penaberan dike. Avakirina binavahiyên welêt ên ku terorê ew roxandine û vegerandina ewlehî û aramiyê li navçeyên hatine rizgarkirin, gerentiya vegera koçber û penaberan bo gund û bajarên xwe dike.”

Herwiha Beşar Esed  spasiya serkirdatiya Rûsyayê jî kir, ji ber ku hevkariyên mirovî,  tendirustî û hevkariyên di hemû waran de bi gelê Sûriyê re kiriye û hewl dide penaberên Sûriyê vegerin ser cih û warên wan.

Ji aliyê xwe ve, Şandeyê Taybet ê Serokê Rûsya bo Sûriyê Alexander Lavrentiev jî ragihand, her du aliyên Rûsî û Sûrî dê di vê çarçovê de bigihin encamine erênî, ji ber ku hikûmeta Sûriyê karên cidî dike û zemîna guncaw ji bo vegera penaberan dike.

Ji aliyê din ve roja Duşemê, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad diyar kir ku fişara welatên rojavayî bûye asteng ser riya vegera penaberan nav Sûriyê û di dewamê de got: Li paş vê kiryara welatên rojavayî, ku berevajî mebest û Peymana NYê ye, armancên siyasî hene.

Li gorî amarên nefermî, nêzîkê 6 mîlyon penaberên Sûrî li dervayî welat dijîn, nemaze li Tirkiye, Urdun, Libnan û Iraqê.

Serepeyv