Tîrmeh 21, 2021 20:31 Asia/Tehran
  • Aldar Xelîl: Em ji bo diyaloga bi dewleta Şamê re amade ne

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl daxuyaniyên Serokomarê Sûriyê Beşar Esed ên derbarê teşkîlata kurdên Sûriyê de û rojhilatê vî welatî tund dan zanîn û got: “Gotara Esed tund bû û wî behsa çareseriyê ji bo pirsgirêkên Sûriyê nekir.” Adlar Xelîl herwiha dîsa tekez kir ku riya herî baş ji bo çareseriyê diyalog û danûstandin e.

Berpirsên PYD di hilkefta nehemîn salvegera Teşkîlata kurdên Sûriyê de di bersiva daxuyaniyên Serokomarê Sûriyê ên derbarê vê teşkîlatê de rexne li daxuyaniyên Esed girtin, lê di vî halî de tekez kir ku ew hîn jî ji bo diyalogê bi hikûmeta Sûriyê re amade ne.

 Aldar Xelîl her wiha got: “Bi rastî me çaverê dikir ji serok Esed ku hin helwestan ragihîne ku pirsgirêk û mijaran çareser bike û hewl bide ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî li hev bicivîne, ji bo vedîtina çareseriyekê ji bo kirîza Sûriyê bi şêweyekî giştî, lê mixabin wî behsa çareseriyê nekir, herwiha gotara wî tund bû. Lê tevî viya, em hişvekirî ne ji bo diyalogê û em hêvî dikin ku em ji bo wan wesifdanên ne layiq neyên rakişandin. Berevajiyê vê yekê bi temamî, tişta herî girîng ew e ku siberoja Sûriyê û siberoja gelên Sûriyê girêdayî cidiyeta nêzîkbûna li çareseriyê ye, eva rastiya heyî ye.”

Vî rayedarê PYDê bal kişan ser girîngiya diyalogê û got: “Lewma çareseriya herî baş ku pişt pê were girêdan ew e ku li şûna daxuyaniyên tund, em berê xwe bidin diyalog û danûstandinê û em li ser projeyeke demokratîk li hev bikin ku yekîtiya sûriyê biparêze û rastiya heye biparêze, ku Sûriye rastî dabeşbûnê neyê."

Di dema sondxwarina qanûnî de, Beşar Esed wekî serokê Sûriyê bo xoleke nû ji 7 salan, bi tundî êrîşî hêzên HSDê kiribû, bêyî ku ew wan hêzan rasterast binav bike.

Serepeyv