Tîrmeh 18, 2021 00:14 Asia/Tehran
  • Beşar Esad di mersima sondxwarina destûrî de: Gelê Sûriyê bi xwîna xwe welatê xwe parast

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed di merasîma sondxwarina destûrî de gotarek pêşkêş kir û ragihand, gelê Sûriyê di çend salên şer ên derbasbûyî de ji cîhanê re îspat kir ku dikare li hember dagîrkeran raweste û got: “Gelê Sûriyê bi xwîna xwe welatê xwe parast.”

Serokomarê Sûriyê careke din bi ji sedî 95 dengan weke Serokomarê Sûriyê hat hilbijartin û îro li pêş endamên Encûmena Gel (Parlament), kesayetiyên siyasî, leşkerî û olî û malbatên kuştî û birîndarên artêşa Sûriyê sonda destûrî xwar û di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Beşar Esed ragihand, di qonaxa yekem a krîzê de dijminên Sûriyê xwastin gelê Sûriyê ji terorê bitirse, da ku welatiyê Sûriyê bibe çete û welatê xwe bifiroşe, lê gel ev plan pûç kirin.

Herwaha got: “Sûriyên li hundir mane, her çûne zêde bihêz bûne û zêdetir dikarin rûbirûyî zehmetiyan bibin. Kesên koçber bûne jî, plan ji wan re hatin danîn da ku bibin karteke fişarê li Sûriyê, lê belê ew bûn krediyek û di demên pêwîst de dibin piştevan.”

Esed herwiha got: “Her kesê li bendê bû welat bikeve, banga min jê re ye da ku vegere hembêza welat, ji ber ku hemû plan têk çûn û welat ma.”

Serokê Sûriyê di beşeke din a gotara xwe de got: “Sûriye niha rûbirûyî şerekî aboriyê dibe, lê belê gelê Sûriyê yê ku rûbirûyî hemû şeran bûye û piraniya xaka xwe vegerandiye, dikare di dijwartirîn dem de û bi heman vîn û îradeyê aboriya xwe ava bike.”

Beşar Esed got: “Dorpêça li ser Sûriyê hatiye sepandin, nikarê rê li ber wê bigire ji bo pêwîstiyên sereke dabîn bike, lê belê ew bûye sedema xeniqandinê.” Wî her wiha tekez kir , “Sivikkirina cezayan girîng e, lê belê li şûna zêdebûna hilberînê nagire, ku ew bingeha başkirina rewşa jîyanê ye.”

Esed diyar kir: “Hejmara projeyên pîşesazî yên mezin yên niha li Sûriyê tên avakirin ji 3300 zêdetir in.” Tekez jî kir ku di qonaxa bê de weberhênan zêde dibe.

Beşar Esed destnîşan kir: “Çareseriya tekane ya krîza Sûriyê, vekişîna hêzên dagîrker ên biyanî, jinavbirina terorê û sepandina desthilata dewletê li seranserî welat e û got: “Rizgarkirina xaka mayî ji terorê û piştevanên wan ên Tirk û Amerîkiyan armanca me ye.”

Serepeyv