Tîrmeh 17, 2021 10:16 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî ji bo goristana li Efrînê bang li cîhanê kir: Dawî li vê qirkirinê bînin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD), Mezlûm Ebdî wêne û dîmenên goristana aydê endamên YPG, YPJ’ê û sivîlan parve kir û got: “Dawî li vê qirkirinê bînin.”

Ebdî li ser hesaba xwe ya Twitterê li wêne û dîmenên goristanê belav kir û wiha got: “Hêzên dagirker ên tirk, goristana şehîdên me vekirî ye û jê derxistine. Bi berevajîkirinê wek ‘gora komî’ pêşkêşî raya giştî ya dinyayê kiriye. Em bang li civaka navdewletî dikin ku li tavilê vê qirkirinê bi dawî bikin û ji bo Efrîn û şêniyên wê ji sûcên şer û sûcên dij mirovane werin parastin bikeve tevgerê.”

Serepeyv