Tîrmeh 16, 2021 17:30 Asia/Tehran
  •  YPG: Dewleta Tirkiyê bi îdiayan dixwaze êrişên xwe rewa bike

YPG`ê li ser hesabê xwe yê tiwîtterê îdiayên dewleta Tirkiyê ku şervanên YPG`ê ji Til Rifetê êrişî baregehên wan kirine, her wiha îdiaya ku 7 şervanên YPG`ê hatine kuştin, derewand.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî îdiayên dewleta Tirkiyê du tiwîtên cuda belav kirin.

 

YPG`ê di tiwîttên xwe de wiha got: “Wezareta Berevaniya dewleta Tirkiyê îdîa dike ku yekineyên me ji herêma Til Rifetê êriş birine ser baregehê wan. Me berê jî di vê mijarê de gelek caran daxuyanî da. Li herêma navborî ti fealiyetên me yên leşkerî tune ne.

Dewleta Tirkiyê ji bo ku êrişên xwe rewa bide nîşandan, derewên bi vê awayî dike. Ev nûçeya ku 7 şervanên me hatine kuştin, derew e.”

 

Serepeyv