Dewleta Tirkiyê gelek deverên dagirkirî yên Sûriyê ser axa xwe
Tîrmeh 15, 2021 23:53 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê ya dagirker dîwarê sînor ê li gundewarê Girê Spî rakir û 70 metrîn din ber bi xaka Sûriyê ve sînorê xwe berfireh kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Tirkiyê ya dagirker beşek ji dîwarî sînor ê di navbera Tirkiyê û Bakurê Sûriyê de rakir.
Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirkiyê dîwarê li gundê Koktepe yê di navbra gundewarê Girê Spî yê dagirkirî û Kobanê de rakir û 70 metrên din ber bi xaka Sûriyê ve sînorê xwe berfireh kir.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku leşkerên Tirkiyê îro piştî nîvro heman dîwar rakir û li hundirên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi cih kir û wekî gavekê ji bo qutkirina xaka Sûriyê bi nav kir.