Tîrmeh 12, 2021 02:15 Asia/Tehran
  • Li Serê Kaniyê di navbera çeteyên Tirkiyê de şer derket

Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdnişîma Sûriyê şer di navbera grûpên çete yên ser bi Tirkiyê de derket.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva borî li taxa Mehete ya Serê Kaniyê şer di navbera du grûpên çekdar de derket.

Heman çavkaniyan amaje bi wê yekê dane ku RBG jî di şer de hatine bikaranîn û şer tund bûye, lê ti zanyarî derbarê ziyanên canî û madî belav nekirine.

Her li gor zanyariyan, şerê ku çê bûye di navbera du grûpên ser bi Hemzat ve ne ku ew jî ser bi Artêşa Tirkiyê ve ne.

Roja 23ê meha borî jî şer di navbera grûpeke Hemzat û polîsên leşkerî de derketibû û çend kes birîndar bûbûn.

Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha 2019an di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.

Di encama wê êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar de bi sed hezaran Kurdên wan herêman ji cih û warên xwe bûbûn û çekdaran dest bi ser malên wan de girtibûn.

Serepeyv