Dewra 16.mîn a Danûstandinên Astaneyê birêve diçe
Dewreke din a danûstandinên Astanayê ya derbarê krîza Sûriyê de li Paytexta Qazaqistanê birêve diçe û Nûnerê Rûsyayê dibêje, divê alîkariyên mirovî di riya Şamê re derbasî Sûriyê bibin.
Dewra 16emîn a danûstandinên Astanayê îro û sibe (7 û 8 Tîrmehê) li bajarê Nur-Sultan an Asteneya berê Paytexta Qazaqistanê bi amadebûna şanda hikûmet û opozîsyona Sûriyê û bi çavdêriya Netewên Yekgirtî û her sê welatên gerentîkar (Rûsya, Tirkiye û Îranê) bi rê ve diçe.
Di vê dewrê de, careke din gihandina alîkariyên mirov, pirsa vegera penaberan û pêşxistina mîkanîzma agirbestê li devera kêmkirina aloziyan werin gotûbêjkirin.
Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Karûbarên Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand, welatê wî dixwaze mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovî di riyên sînorî re werin rawestandin, ji ber ku ew digihin destê grûpên terorist. Divê alîkarî bi riya Şamê re derbas bibin.
Ji aliyê xwe ve, Tirkiye jî ji ber helwesta xwe ya li dijî kurdên Sûriyê, red dike alîkariyên mirovî di riya Til Koçerê re derbasî Herêmên Kurdî bibin.
Danûstandinên Astanayê yên taybet bi krîza Sûriyê di meha Çileya 2017an de bi garantiya Rûsya, Tirkiye û Îranê û beşdariya Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura li Astana Paytexta Qazaqistanê di navbera şandên Hikûmeta Şamê û opozîsyona Sûriyê destpê kiribû.