Tîrmeh 05, 2021 08:19 Asia/Tehran
  • Şanda HSDê serdana malbata Emîn Îsa kir

Duh şandeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî ve hatibûn erkdarkirin, serdana şîna malbata Emîn Îsa kir, ku roja 28ê Hezîranê di girtîgeheke bin kontrola koma bi navê Rêveberiya Xweser de li bkur û rojhilatê Sûriyê canê xwe ji dest dabû.

Pismamê Emîn Îsa, Hejar Îsa ji Rûdawê re ragihand, ku şand bi serokayetiya Rêzan Gilo Berpirsê Karûbarên Civakî yê HSDê serdana şîna malbata wan li gundê Bîrikê yê girêdayî navça Dirbêsiyê kiriye.

Hejar Îsa got, “şanda HSDê ji me re got ku wan komîteyeke taybet a lêkolînê derbarê sedema mirina Emîn Îsa ji girtîgehê de ava kiriye û Mezlûm Kobanî bi xwe serpereştiya wê komîteyê dike.”

Bi gotina Hejar Îsa, “şanda HSDê di vê serdanê de tekez kir ku ew dê lêkolînên xwe yên pizîşkî û qanûnî bikin û eger derket Emîn Îsa hatiye îşkencekirin, dê lêpirsîn bi wan kesan re bê kirin ku ew tawan pêk anîne.”

Hejar Îsa herwiha got, şanda HSDê peyama Mezlûm Kobanî ya sersaxiyê gihandiye malbata wan ku di peyama xwe de hêvî kiriye, ev êşa dawiyê ya malbatê bibe û dubare nebe.

Serepeyv