Sergey Lavrov peymana bi Tirkiyê re ya li ser Idlibê ragihand
Tîrmeh 01, 2021 10:01 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ragihand ku wî bi hempîşeyê xwe yê tirk re li ser avakirina herêmeke vala ji endamên leşkerî li herêma Idlibê li hev kir.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku wî bi hempîşeyê xwe yê tirk Mevlut Çavûşoglu re li ser rewşa Idlibê gotûbêj kir, her wiha wî eşkere kir ku wan li ser avakirina herêmeke vala ji endamên leşkerî li herêmê li hev kir.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da zanîn ku ji ber ceza û qanûna Qeyserê rewşa aborî hilweşiye.
Sergey Lavrov dîsa li ser dijberiya xwe li hemberî biryara vekirina korîdora duyemîn a ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya sînor ber bi Sûriyê ve sekinî.