Hezîran 26, 2021 09:20 Asia/Tehran
  • Serêkanîya dagirbûyî; Ji bo guhertina demografî komeleyeke çeçanî hate vekirin

Hawar Newsê nivîsiye: "Bi armanca guhertina demografî û belavkirina tundrawiyê li herêmên dagirkirî, dewleta Tirkiyê komeleyeke çaçanî bi navê "Xêrxwaziyê" derbasî Serêkaniyê kir û navenek jê re vekir."

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), "Wêneyên vekirina komeleya çeçanî bi navê "Komeleya Kafqasiya ya Xêrxwaziyê" li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî di medyayên civakî de hatin parvekirin. Hat ragihandin ku ev komele bi desteka dewleta Tirkiyê ji bo belavkirina tundrewiyê li herêmê hate vekirin. Vekirina komeleyê bi beşdarbûna fermandarên artêşa Tirkiyê û çeteyan pêk hat.

Dewleta Tirkiyê li herêmên ku dagir kirine siyasetên guhertina demografîyê dimeşîne, malbatên çeteyan û malbatên çeçanî û tirkmanî yên ji derveyî Sûriyê lê bi cih dike."

Hawar Newsê her wiha nivîsiye: "Ajansa me di mehên derbasbûyî de bicihkirina malbatên iraqî û malbatên çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Serêkaniyê belge kir. Dîsa jî belgel û rapor hatin belav kirin îsbat dikin ku çeteyên DAIŞ'ê li bajar hene."

Komara Çeçenistanê li bakurê rojhilatê herêma Kafqasiya ye û yek komarên Rûsyaya federal e.

Serepeyv