Hezîran 25, 2021 09:26 Asia/Tehran
  • Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê: Gotinên Sedat Peker bi temamî rast in

Cîgirê  Wezîrê Derve yê Sûriyê Beşar Caferî di bernameyeke medya civakî de got:  “Îdiayên Sedat Peker yên şandina çekan ji aliyê Tirkiyê ve bo El  Nusrayê bi temamî rast in.”

Beşar Caferi di bernameyeke medya civakî de derbarê îdiayaên serokê grûpeke mafya Tirkiyê Sedat Peker ên şandina çekan ji aliyê Tirkiyê ve bo El Nusrayê de axifî.

Cafer di axaftina xwe de tekez kir ku îdiaya Sedat Peker ku digot wî bi barhilgiran di sala 2014an de bo Turkmenên Bayirbucakê cebilxane şandine, lê Tirkiyê jî ligel wan beşek bo El Nusreayê şandine, rast e.

Caferî her wiha got: “Me 108 name ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Sekreteriya Giştî û Komîsyonên Bergiriya Terorê re şandin û me ew agahdar kirin ku peywendiyên çalak ên rejîma Erdogan bi terorîstên ku hejmaara wan digehe bi deh hezaran ku ji sînorê me yê hevpar hatine nav axa Sûriyê re hene. Ez tekez dikim ku hemû  gotinên brêz Sedat Peker rast in û ez vê yekê qebûl dikim.”

Caferi li ser pirsa “Derbarê îdiaya Sedat Peker ku digot hinek kesên navdar ên Tirkiyê bi grûpên çekdar ên Sûriyê bazirganiya çekan dikin,  di destê we de agahî hene? jî got: “Gotinên Sedat Peker ên derbarê dizîna dexl û dan, maden, gaza sirûştî û petrola me, ji aliyê hinek kesên ji rejîma Erdogan û endamên malbata wî, rast in. Ji ber ku em hemû bûn şahidê wê yekê ku di salên 2015-2016an de petrola me û gaza me ya sirûştî ji aliyê DAIŞê ve hate dizîn û kurê Erdogan jî rêveberiya wê dikir.”

Serepeyv