Hezîran 23, 2021 17:18 Asia/Tehran
  • Operasiyona Hêzên Sûriya Demokratîk li Dêrazorê: 17 gumanbarên DAIŞê hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) operasyoneke taybet li gundewarên rojhilatê parêzgeha Dêrezorê encam dan û 17 berguman girtin.

Li gorî rapora Rûdawê, Hêzên HSD ragihandin ku Yekîneyên Dijî Terorê yên HSD serê sibeha sêşemê operasyoneke taybet li dijî şaneyên DAIŞê li nav bajarokê el-Bûseyre li rojhilatê Dêrezorê pêk anîne.

Di encama operasyonê de, Yekîneyên taybet yên HSD 17 berguman girtine ku endamên şaneyên DAIŞê ne yan jî pêwendîdarî wan şanyan in.

Li gorî medyaya HSD, ew operasyon bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatiye encamdan.

Herwiha di 18ê vê mehê de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bajarokê Xeranîc li rojhilatê Dêrezorê 12 genc girtin ku berî çend rojan beşdarî di şerekî hozgeriyê de di navbera 2 malbatan de kiribûn ku di encam de zarokekê û jinekê canê xwe ji dest dabûn.

 

Serepeyv