Hezîran 23, 2021 17:09 Asia/Tehran
  •  Dayîreya Têkiliyên Derve banga zelalkirina çarenûsa nûnerên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD`ê kir

Dayîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta herêma Herêma Kurdistanê kir ku cihê nûnerên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên têkiliyên PYD`ê eşkere bike.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Di 10`ê Hezîranê de hêzên PDK`ê nûnerê Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê  a bi navê "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" li Hewlêrê Cîhad Hesen û nûnerên têkiliyên PYD`ê li Hewlêrê Mustefa Osman Xelîl û Mustefa Ezîz Mistî dema ku berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê da ku mîvanên ji derve pêşwazî bikin, revand.

Ji wê demê de hikumeta PDK`ê cih û sedema girtina wan diyar nekiriye.

Têkildarî mijarê, Dayîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya fermî weşand û têde banga diyarkirina çarenûsan kesên hatine revandin kir.

Dayîreyê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar kir ku hevkariya wan bike û zextê li PDK`ê bike da ku cihê hebûna girtiyan diyar bike û wan serbest berde ji ber tu sedemên qanûnî ji bo girtina wan tune ye.

Di daxuyaniya de wiha hate gotin: "Ji 10`ê Hezîranê de  çarenûsa nûnerê Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Hesen û Mustefa Xelîl ne diyar e. Hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê ew kes bêyî tu hişyariyan revandin û çarenûsa wan diyar nake. Şêwazên bi vî awayî ne li gorî nirx û pîvanên diplomatic in.

 

Em weke Dayîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê radighînin ku aliyên ewlehiyê û hikumeta herêma Herêma Kurdistanê berpirsa çarenûsa wan in. Em piştrast dikin ku metirsî der barê çarenûsa wan de li gel me çêdibin ji ber cihê hebûna wan heta niha nehatiye eşkerekirin. Her wiha tu bersivên fermî der barê sedemên qanûnî ji bo girtina wan, ji me re nehatine şandin.

Em bang li aliyên fermî yên Herêma Kurdistanê, her wiha rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku alîkariya me bikin, zextê li PDK`ê û hikumeta Herêma Kurdistanê bikin ku cihê hebûna wan kesan eşkere bike û derfetê bide malbata wan ku serdan wan bike û rewşa wan nas bikin. Her wiha wan serbest berdin ji ber tu sedemên qanûnî ji girtina wan re tune ne. Careke din em dibêjin ku aliyên fermî yên Herêma Kurdistanê berpirsa jiyan û çarenûsa wan kesan in."

 

 

Serepeyv