Neteweyên Yekbûyî êrîşa Efrînê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i327012-neteweyên_yekbûyî_êrîşa_efrînê_şermezar_kir
Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen êrîşa li ser nexweşxaneya li bajarê Efrînê ya Bakurê Sûriyê şermezar kir û got ku vê êrîşê îsbat kir ku divê agirbesteke li seranserî Sûriyê were ragihandin û li gorî biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navnetewî krîz were çareserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2021 05:23 Asia/Tehran
  •   Neteweyên Yekbûyî êrîşa Efrînê şermezar kir

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen êrîşa li ser nexweşxaneya li bajarê Efrînê ya Bakurê Sûriyê şermezar kir û got ku vê êrîşê îsbat kir ku divê agirbesteke li seranserî Sûriyê were ragihandin û li gorî biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navnetewî krîz were çareserkirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen derbarê êrişa li ser Efrînê de  daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Ez êrîşa li ser Nexweşxaneya Şîfa ya bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê ku di wê êrîşê de welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û beşek ji nexweşxaneyê wêran kirin, bi tundî şermezar dikim.”

Geir Pedersen tekez kir ku êrişên bi wî rengî nayên qebûlkirin û beşek ji karmendên tendirustiyê bûne qurbanî û got: “Êrîşên wiha yên tirsnak ên li hemberî sivîlan û jêrxaneya sivîl, nayên qebûlkirinê û divê êriş bêne rawestandin."

Pedersen herwiha diyar kir ku divê hemû aliyên ku di şerê Sûriyeyê de beşdar in, pabendî qanûnên mirovî yên navneteweyî bin û ji bo parastina can, mal û milkên sivîlan bixebitin.

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê û tundûtujiya li Sûriyê ya berdewam nîşan dide ku divê agirbesteke berfireh li Sûriyê were ragihandin û hewl  ji bo cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navnetewî bêne dayîn.

Li Efrînê, di êrîşa 12ê Hezîrana 201ê ya li dijî nexweşxane û navenda bajêr de, 14 kesan canê xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.

Ev di halekî da ye ku NY li hemberî binpêkirinên her rojî yên artêşa Tirkiyê û komên çete yên ser bi wê li Efrîna dagirbûyî li dijî welatiyên kurd ên vî bajarî bêdeng e.

Ev zêdetirî sê salan e ku Efrîn di bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û komên ser bi wê ye.