Hezîran 13, 2021 13:10 Asia/Tehran
  • QSD: Nûçeyên ku hêzên me Efrîn topbaran kirine ne rast in

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD'ê Ferhad Şamî ragihand ku nûçeyên ku QSD'ê navenda bajarê Efrînê topbaran kirine ne rast in.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Berpirsê Navenda Ragihandina QSD'ê Ferhad Şamî, têkildarî nûçeyên ku dibêjin "QSD'ê navenda bajarê Efrînê topbaran kirine" daxuyaniyek da. Ferhad Şamî diyar kir ku ev nûçe ne rast in û hêzên wan li wan herêman tunene.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hinek dezgehên ragihandinê nûçeyên dûrî rastiyê ên derbarê toparana li ser navenda bajarê Efrînê de belav dikin û wisa nîşan didin ku hêzên me ev topbaran kiriye. Em careke din teqez dikin ku hebûna hêzên me li wê heremê tuneye û tu têkeliyê me bi vê topbaranê tuneye.

Em bang li hemû dezgehên ragihandinê dikin ku di belavkirina nûçeyên ne rast ên derbarê hêzên me de baldar bin."

 

Serepeyv