Hezîran 10, 2021 17:24 Asia/Tehran
  • PYD: Sê berpirsên me li balafirgeha Hewlêrê hatine desteserkirin

Nûnerê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Herêma Kurdistanê Nûrî Es'ed ragihand ku sê berpirsên wan li Herêma Kurdistanê li balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatine desteserkirin.

Nûnerê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Herêma Kurdistanê Nûrî Es'ed derbarê girtina kesên hanê got: “Îro sere sibehê roja Pêncşemê 10ê Hezîrana 2021ê her yek ji Nûnerê Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê Cîhad Hesen, Berpirsê Peywendiyên PYD li Hewlêrê Mistefa Osman û Endamê Nûnertiya PYDê Mistefa Ezîz, li bajarê Hewlêrê hatine desteserkirin.”

Nûrî Es'ed amaje bi wê yekê da ew sê kes çûne pêşwaziya hejmarek rewşenbîr ku ji Ewropayê dihatin, lê li balafirgehê ji aliyû hêzên PDK ve hatine desteserkirin. Derbarê sedema desteserkirina wan hersê kesan de Nûrî Es`ed got: “Nizanim bo çi hatine desteserkirin, lê Rêveberiya Xweser bo vê mijarê li ser xetê ye.”

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Herêma Kurdistanê herwiha ev kiryar şermezar kiriye. Di heman demê de bang li PDK`ê kir ku demildest wan kesana serbest berde. Sedema girtinê jî eşkere bike ji ber ku ew nûnertiya aliyên siyasî dikin û di warê dîplomasî de kar dikin.”

Serepeyv