Hezîran 01, 2021 12:46 Asia/Tehran
  •  17 hezar û 500 vaksîn gihîştin Bakûr û rojhilatê Sûriyê

17 hezar û 500 vaksînên Astra-Zeneca ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve ku, wekî pişka Bakûr û rojhilatê Sûriyê ji Sûriyê hatine pêşkêş kirin gihîştiye destê Desthilata Bakûr û rojhilatê Sûriyê.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihahand, piştî vaksînkirina karmendên tendirûstiyê, wê kesên bi temen bêne vaksînkirin û WHO soz daye wan 200 hezar vaksîn bigihêje navçeyên di bin destê Rêveberiya Xweser de.

Nexweşên Koronayê ji bo pirsa pişkinîn û rewşa xwe li odeya hewarçûnê ya Heyva Sora Kurd digerin.

Herçende hejmara tûşbûyan li Bakûr û rojhilatê Sûriyê li gor amarên desteya tenduristiya Desthilata Bakûr û rojhilatê Sûriyê, kêm bûye, lê di 24 demjimêrên derbasbûyî de, 3 kesan li heman deverê û ji ber heman vîrûsê jiyana xwe ji destdane û 31 kesên din jî pê ketine.

Bijîşk û Endamê Heyva Sora Kurd Sexir Elîka dibêje: “Digihişt 100 û zêdetir telefon ji me re dihatin, niha kêm bûye bi taybet piştî qedexeya derketina derve, rojane 20 yan 30 nexweşî heye û yên li nexweşxaneyê razandî jî hene, nîşaneyên niha, rovî ye, vereşandin, navçûn, li gel nîşaneyên berê.”

17 hezar û 500 vaksînên Astra-Zeneca ji aliyê NY ve ku xwe daye ber welatên hejar, wekî pişka Bakûr û rojhilatê Sûriyê ji Sûriyê hatine pêşkêş kirin gihîştiye destê Desthilata Bakûr û rojhilatê Sûriyê.

Biryar e wekî qonaxa yekem karmendên tenduristiyê bêne vaksînekirin û piştî nêzîkî meheke din, hejmareke din ji vaksînan bigihîjin deverê.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakûr û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa dibêje “Hevdîtinên me yên dawî rêkeftin çê bû ku dawiya meha şeşan yan serê meha 7an wê beşeke din ji bo karmendên tenduristiyê yên mayî û kesên bi temen yên ser 55 salî yan jî yên nexweş bên vaksînkirin, WHO soz daye me 200 hezar vaksîn bişîne navçeyên di bin destê Desthilata Bakûr û rojhilatê Sûriyê de.”

Heya niha 17 hezar û 857 kes li Bakûr û rojhilatê Sûriyê bi korona ketine, ji wan 729 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv