Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane gihîştiye 726 kesan.
Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 80 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û diyar kir, 3 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hesekê û 2 kes li Qamişlo ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 80 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 16 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 3 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanê, 17 kes li Reqayê, 11 kes li Tebqayê, 2 kes li Dêrezorê û 4 kes li Kampa Holê ne.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand jî, 6 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17826 kesan, ji wan 1786 kes baş bûne û 726 kesan jî canê xwe ji dest dane.