Li nêzikî navendeke dengwergirtinê li Deraya Sûriyê teqînek pêk hat
Çavkaniyên medyayî qala qewimîna teqînekê li nêzikî navendeke dengwergirtinê li bajarê Deraya Sûriyê kir.
Li gorî rapora Sputnikê, Îro çarşemiyê çend saetan piştî destpêbûna dengwergirtinê jibo hilbijartina serokomartiya Sûriyê, teqînek li bajarê Derayê li nêzikî navendeke dengwergirtinê qewimî.
Hîn hûrgiliyên zêdetir di vî warî da nehatine weşandin.
Hilbijartina serokomartiyê li Sûriyê îro ji saet heftê beyanî li gorî ddema xwecihî va li tevahiya parêzgehên vî welatî dest pê bû.
Li gorî rapora SANA Newsê, Bi destpêbûna Hilbijartina serokomartiyê ya Sûriyê, hejdeh miliyon kes li nav û derveyî vî welatî dê biçin navendên dengdanê û serokomarê xwe yê pêşerojê bibijêrin.
Ev duyemîn Hilbijartina serokomartiyê ya Sûriyê piştî guhertina qanûna bingehîn a vî welatî di sala 2014an da ye.
Di Hilbijartina serokomartiyê ya Sûriyê da Bişar Esed, Mehmûd Mer'î û Ebdullah Selûm Ebdullah jibo bidestxistina kursiya 7salî ya serokomartiya vî welatî dikevin rikeberiyê.