May 24, 2021 13:33 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, 78 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û diyar kir, 3 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hesekê û 2 kes li Qamişlo ne.

Herwiha wî diyar kir, 78 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 6 kes li Hesekê, 12 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê, 6 kes li Kobanê, 24 kes li Reqayê, 19 kes li Teqayê û 4 kes li Minbicê û 2 kes li kampa Holê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 3 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17441 kesan, ji wan 717 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1766 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.

Serepeyv