May 16, 2021 11:40 Asia/Tehran
  • Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê ava Çemê Firatê de hişyarî da

Tirkiyê li ser kêmkirina ava Çemê Firatê berdewam e û Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hişyarî dide ku metirsî heye torbîna dawî ya Bendava Tişrînê rawest e û Wezareta Avê ya Iraqê jî dibêje, asta ava Çemê Firatê ji %50 kêm bûye.

Li gorî rapora Rûdawê, Hevserokatiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê a li Kobanî ji Rûdawê re ragihand, ku ji ber kêmbûna asta ava Çemê Firat, ew neçar bûne ku demjimêrên berdana ava vexwarinê û elektrîkê li ser xelkê kêm bikin.

Hevserokatiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje, ku niha tenê torbîneke Bendava Tişrînê di kar de ye û eger bi vî şêweyî qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve berdewam be, metirsiya rawestandina wê Torbînê jî heye û wê demê, elektrîka bendava Tişrînê bi yek carî ji ser deverê qut dibe.

Wezaretên samanên avê yên Iraqê û Sûriyê jî van rojan di peywendiyê de ne û daxwaz ji Tirkiyê dikin ku beşa wan a ji ava çemê Firatê li gorî rêkeftinên navdewletî berde.

Wezareta Samanên Avê ya Iraqê aşkere dike, asta ava Çemê Firatê ji %50 kêm bûye û gelek zirar û ziyan li pey xwe anîne.

Cîgirê Hevserokatiya Herêma Kobanî Nîhad Ehmed li ser vê  “krîza avê” beşdarî bultena Rûdawê bû û bi bîr xist ku li gor rêkeftina 1987an Tirkiye û Sûriyê, “divê Tirkiye rojane 500 metre sêca avê bo Sûriyê berde. Li gora rêkeftina 1989an jî ji sedê 44 ji ava Firatê para me ye. Niha rojane derdora 150 metre sêca av tê. Daketina avê pirsgirekeke mezin ji bo bendavan jî çê dike.”

Li ser belavkirina ava vexwarin û elektrîkê bi ser xelkê de jî Nîhad Ehmed diyar kir 84 gundên Kobanî niha bê av mane û “di Kobaniyê de jî rojane 8 demjimêr û li gundan jî 6 demjimêr elektîrik tê dabînkirin. Di rewşa avê de jî li Kobaniyê pirsgirêk derdikeve.”

Cîgirê Hevserokatiya Herêma Kobanî hişyarî jî da û got ku eger bi vî awayî kêmkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve berdewam be ew torbîna dawî ya Bendava Tişrînê jî dê rawest e.

Serepeyv