May 15, 2021 20:54 Asia/Tehran
  • Ji ber bombebarana Balafirên Rûsyayê; Li çolistana Sûriyê 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Balafirên Rûsyayê di 48 seatên dawîn de, derdora 180 êriş li dijî çolistana Sûriyê de pêk anîn, di encamê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Balafirên şer ên Rûsyayê opresyonên li dijî çolistana Sûriyê didomînin. Balafirên şer ên Rûsyayê ji duh ve şikeft û deverên din li derdora çiyayê El-Beşerî yê li ser sînorê Dêrazor û Reqayê de, eniyên gundewarên rojhilatê Hemayê, derdora Eseriya û çolistana Humsê kirin armanc.

Hejmara êrişên balafirên Rûsyayê li dijî çolistana Sûriyê di 48 seatên dawîne de gihaşt 180’an. Di encamê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

 

Serepeyv